"Terrör" an jî "terrorizm" yek ji wan gotinaye ku li cihanê teva belav bûye. Her mirovek di jiyana xwe de an bixwe bi terrorizmere rû birû maye, an jî herî kêm ji televizyona, ji rojnameya, ji mirovê derdora xwe bihistiye û ev gotin dinav axaftinê xwe de bikaraniye. Ji ber vê yekê jî dema kû mirov bipirsê ka "gelo "terorizm" çiye?", her mirovek çi jin, çi mêr, çi kal û çi zarok li ser vê bêjeyê xwedî fikire û dikarê wê li gora xwe şîrove bikê.
Ka em berî hertiştî binêrin gelo "terrör/terrörizm" koka xwe ji kû digrê û tê çi wateyê?
"Terror" bêjeyeke Latîniye û wergera wê bi zimanê Kurdî, tê wateya "tirs; bizdandin; tirsandin"ê. Bê gûman ji ber şîrovekirina "terrorizm"ê bêjeya Kurdî "tirs" ne bese. Pêwiste mirov bi alikarîya hinek pirs û bersivan naveroka ve gotinê hinêkî vekê.
!Tirsandin!? Lê tirsandina kê?!
- !Tirsandina mirovê neferma(sivil) yê kû jiyana xwe ya rojane di meşînin.!
Çawa û bi çi awayî?
- Bi intiharan, bi kuştina mirovan, têxistina bombeya li deverê kû gelek mirov lê kom dibin (mina: şanogeh, cihê dan û standinê, wesaît,…), lêdan, revandina mirovan,…
"Sedemê terorizmê çine?"
- ol (din), sedemê psikolojîk, kemasîya demokrasiyê li welatekî, veqetandina navbera hemwelatîyan/herêman de, an jî binpêkirina mafê hinek grupê li welatekî dijîn, fikrê cûda, rewşa polîtîk,…
Li hemberî van sedema hinek kes/grup narazîbûnê xwe nîşan didin, serî hildidin û dema kû serhildanê wan bê bersiv dimînin, her ciqas dibê ber bi radikalbûnê ve diçin û ji ber kû dengê xwe bilind bikin, xwestekê xwe bicih bînin dest bi suikastê xwîni dikin, mirovan dikûjin, intiharan pêk tînin da kû bi rêya çapemeniyê mirovan bi tirsînin, bighîjin armancên xwe. Di vir de çapemenî rolake pir giring dilîzê, lê ev xaleke dîye, em dîse li mijara xwe vegerin.
Em van gotinên li ser terorizmê carake din ber çava re derbas bikin û bersivekê bibînin ka gelo "ji kê re ´terorist´ tê gotin?"
-Bigelemperî "terorist" ew kesên, an jî ew grûpên ji ber xwestekê xwe û tene tirsê belav bikin, mirovê bê guneh dikûjin, mafê mirovan binpê dikin, radidin ser deverê mina dibistanan, çi mezin, çi zarok mirovan dîldigrin (esir almak), mirovan direvînin û işkencê bi wan dikin...
Girînge ez li vira kevanekê vekim! Pêwiste şervanên azadiyê (gerilla tên binavkirin) û terorist bi hev newin xelitandin. Hinek dikarîn bipirsin ka "gelo çi cûdahî di navbera terorista û gerilla´de heye?"
-Raste herdû jî bombeya bi kar tînin, herdû jî dikûjin û tên kûştin, lê divêt newe jibîrkirin kû şervanên azadîyê (gerilla) ne şer dikin ditekoşin, bi mebest (kasten) zirarê nadin gel. Ya herî giring jî ewe kû gerilla parçeyek ji gelin, ji aliyê gel ve tên piştgirtin. Ew ji ber mafê mirovan û demokrasîyê ditekoşin û armanca wa ne ewe kû hakimiyeta dewletê bidestbixin, bêhtirîn wekhevîyê dixwazin, dijberê faşîzmê û beedaletiyene…Doza wan, ideolojiya wan û rê ya wan ya kû te de di meşin diyare,..!
…
Lê ya terorê cih û war jê re tûneye. Mirov dikarê li her deverî bi êrîşeke teroristî re rû birû bimînê. Bi vî awayî jiyana her mirovekî di bin gefan de, di talûkê de ye.
"Gelo tenê mirovê neferma dibin terorist?"
- Na! Bê gûman terora dewletê jî heye û dewlet, an jî fermandrên wê yê nijarperest bi xwe jî dikarin bibin terorist. Mina Hitler (rêberê NSDAP yê kû di sala 1933´de bubû serokwezîrê Elmanya). Weke em hemî dizanin ew di dîrokê de bi nijarperestîya xwe û komkûjîyan tê naskirin. Bi fermana wî gelek nivîskar, mirovê kû li dijî diktatorîya wî bûn û herweha bi milyonan yahudî di kempê girtîyan de(KZ.Lager) bi şiklekî hovane hatin kuştin. Hitler minakek ji dîrokê bû.
Ka em li roja xwe bi zivrin û tevde li rewşa Dewleta Tirk binêrin:
Heya weke neha bi hezaran gûndê Kurdan ji aliyê artêşa Tirk ve hatin şewitandin, bi milyonan Kurd nefî (sürgün) derveyî welat bûn, bi hezaran kês ji malê wan hatin revandin û careke din li mala xwe venegerîyan, bi hezaran kes dibin çavan de li rastî iskencê hatin, hatin qetilkirin, hatin wendakirin,...
Ev jî ne bes bûn di newroza îsal de ewlekarîya Tirk xwest tola têkçûna xwe ya şerê Zap´ê ji gel hilînê. Astengî ji wan re derxistin da kû nekaribin newroza xwe pîrozbikin, Dîse jî gel li gel hemî qedexe û astengîyan jî li nirxen xwe yê netewî (ulusal degerler) xwedî derket, dev ji pîrozbahîyen xwe berneda.
Encam bû çi?
Hêzên ewlekarîyê yê dewleta Tirk bi dijwarî êriş birin ser gel, li ber kamerayan polîsa deste zorokê 15 salî (Cüneyt Ertus) şkandin, bi copan li jina xistin, gelek kes birîndar kirin, ciwan hatin kuştin, bi sedan mirov hatin girtin,... çima?
- ji ber kû tirsê! bikin dilê Kurdan de, da kû pey doza mafê xwe nekevin, heme mîna koleyan bijîn,..
Edî biryar û bersivê hûn bidin: "gelo terorist kîye?"
Carnan mirov ji xere disekinê û biryar didê heme demekê bêdeng bimînê û guh bidê ser cîhanê ka gelo çi diqewimê û mîna kûsikêkî van bûyeran di qalika xwe de bi şopînê. Min jî go heme demekê mina wan mirovên kû dibînin lê cavên xwe miçîdikin, dibihîzin lê mina mirovên ker guhê xwe asê dikin, dikarin gelek tiştan bênin ser ziman lê mîna lalan bê deng dimînin , ez jî yê xwe kişinim qalika xwe de. Min demekê qedand û di serî de min go: "oxx çiqas xweşe, ez ji hertiştî dûr ketim, ez edî miroveke tene ji bo xwe me û ez ji kûl û derdê dinê dûr ketim..." Her çend di serî de ev tenêbûn û biryar li xweşya min hat jî piştî demekê min sehî kir kû her ciqas roj derbas dibin ew tenêbûna min ne tenêbune TUNEBÛNe û . tiştê kû min dibihîztin edî cih li min teng dikin. Min dikir bi fetisîya me...
Karê kû min di qalika xwe de dikir: min nûçe şopandin, rojname xwendin û wext ji pirtûkan re veqetand.
Di van rojên kû dîse şerekî qirêj li hemberî gelê Kurd tê meşandin , çiyayên Kurdan tên gullebarankirin û êrişan dibin ser hêzên PKK, wan ciwanên kû doza mafê gelekî di şopînin; min pirtûka hevalêkî xwe yê kû bi xwe jî demekî di nav hêzen gerilla de cihê xwe girtibû xwend. Ev pirtuk ne pirtukeke ku ji fantaziyên mirovan hatiye pêkanin. Di vê Prtûkê de Serpêhatiyên şervanekî hatine berhevkirin. Yek ji van serpêhatiyan jî gelekî balkêş bû û min xwest ez vê yeke bi we xwendevanên birûmet re bi kurtasî parve bikim.
Serpêhatiya Soro û Çeto:
Soro xortekî cardeş salîye û li gûndê xwe şivantîya pez dikê. Birayê wî Çeto jî 5 salan ji wî mezintire û xwe amade dikê ku salekî din herê leşkerîya Tirkan. Ew bixwe naxwazê herê leşkerîyê û naxwazê tevlî gerilla jî bibê (ji ber kû naxwazê tevlî ti şerî bibê), lê ew dizanê ku heger neçê dê nikarîbê êdî li gundê xwe û li ser axa bav û kalên xwe jiyan bikê.
Rojekî Soro ji pezê xwe diqerê û xwe dinav Gerilla de dibînê. Her çiqas dayika wî li pey diçê û digrî jî Soro venagerê. Birayê wî Çeto jî bê çareyê. Dema kû wext tê, diçê leşkerîyê. Berê wî didin Şemzînanê (Semdinli)
Wî çaxî jî mina neha şer tê meşandin. Rojekî di navbera Gerilla û hêzên artêşa Tirk de şer derdikevê. Piştî kû ferman tê û leşker bi şunde dikişin; gerilla jî vedigerin wargeha xwe, qala şer û serpêhatîyen xwe dikin. Soro weha dibêje: "Hevalno senger (mevzî) ya kû ez çûmê de pênc leşker têde bun: Yek revîya ez ne gihiştimê, yek birindar bû ez çume ser go :´qurbana te me min ne kuje, zarokê min hene`, min rextê wî û çeka wî anî lê min ne kuşt û hersêyên din miribûn (...). Min li berîka wan nehêrî, min wêne û çekên wan jî anîn û ez hatim(...)". Piştî van gotînen xwe, Soro kaxezekî ji berîka xwe derdixê û ji hevalên xwe re dixweynê. Ev kaxiz nameya leşkerekîye ku ji dayîka xwe re nivisandiyê.
Leşker weha nivîsandiye (Kürtceye cevirilmis halî): " Dayê; ez her çend bi dilekî birîn jî bê, te bi tevahîya hezkirin û rumetê xwe ve silav dikim. Ez piştî kû hatim leşkerîye pê hesiyam ku min tawanekî(hata) mezin kiriye. Ez nikarim zêde di vê nameyê de tiştekî bi nivîsim. Lê ji ber kû bawer dikim ev name naghêje destê te, ezê bi dilê xwe çend gotinan bêjim. Berî ku min baş perwerde bikin ez rêkirme herêma Şemzînan (...). Ji neçarîya xwe her ku diçê ez nezîkî mirinê dibim. Ji xwe li cem min ez ji zu ve mirime, tenê hîna fişek li min neketiye. Her roj diçê ruxsarê(cehre) birayê min tê pêş çavê min. Dema kû ji malê çû parçek ji min çû, dema ku ez çûm ez tev çûm (...). Carna...qîr dikim `lêêê dinya!!!`. dibêjim gelo kesek dîtir divê rewşê de heye qey?(...). Ma dilê kesekî wekî yê min birîne qey?(...). Ma gelo wê bi bîra mirovan werê ku bira ji neçarî kemîna(pusu) di avêjê pêşîya bira?. Lê dayê bawer bike ku edî hevî ya min nîne. Ez wekî leyîstokekî(oyuncak) me di destê qederê de. Dîse jî ez ber xwe û bedbextîya xwe nakevim. Birîna dilê min tû û birayê mine dayê."
Li hemberî vê nameyê hemî hevalên Soro bêdeng dimînin. Dema kû Soro xwendina nameyê diqedînê û di nav tiştê kû ji berîka wî leşkerî derxistin de wênêyê wî dibîne, hingi Soro di cihê xwe de cemidî dimînê û têne qîr dikê: " Naaaa....! Çetoooo....!"
Belê ev ne çiroke û ne fantaziye. Ev serpehatiyeke rastiye kû di sala 2002´de qewimîye. Leşekrê kû hatî kustin birayê Soro´ye. Kî zanê belkî ji bi fişeka Soro hatiye kuştin. Belkî Soro birayê xwe ne kuştibane dê birayê wî ew bikuştane. Ne bi hemdê xwe. Ji neçarîya xwe. Birayê Soro di nameya xwe de gotiye " gelo kesekî dîtir di vê rewşê de heye qey?". Soro û birayê wî tenê mînakekin. Mixabin bi sedan, bi hezaran kes yê di vê rewşe de hene. Dayik hene kû parçek ji kezaba wa di nav gerilla de ye û parçek ji kezeba wa di nav arteşa Tirkan de ye.
Wekê Ku hûnermenda Tirk Bülent Ersoy jî gotî , di vî şerî de"dilê dayîka di şewitê", zarokên wan jiyana xwe ji dest dixin. Ewê kû dibêjin zarokên me bi qurbana welatê me bin, "sehitler ölmez, vatan bölünmez" tev derewin. Ew gotinen wan mirovane kû ji şer dûrin û zarokên wa ne dinav şerdene. Hestê dayikekê ancax dayikek karibê fahm bikê ,ne yê mina Ebrû Gündes ku ji ber karê xwe û çepikan dibêjin "kurekî min çêbibê! ezê bişiyênim leşkerîyê".
Li ser axa Kurdistanê heya weke neha gelek xwin hat rijandin û gelek ciwan di behara emrê xwe de ketin bin axê. Her çend medyayê Tirkan dibêjin hindik leşker tên kustin jî, derewe.
Ji herdû alîya jî xwîn tê rijandin .Yê fermandar li ser masaya xwe rûdinin, li kêfa xwe mêze dikin û ye di kûjin jî û tên kuştîn jî emin.
.. Ew mirovê Kurd kû iro xwe dikişînin qalika xwe û xwe ji hertiştî dûr jî digirin,divê zanibin kû yê îro fermana li serê me radikin, ewê kû tovê netewpareztinê davêjin dilê gelan û dijminahiya navbera dû gelan de xort dikin, ewe kû bira bi biran didin kuştin dê sibê hewl bidin serê yê kû mina kûsî xwe dikişînin qalika xwe de jî bi perçiqînin.
Ji ber vê yekejî dem edî ne dema hesandinê ye. Pewiste em mile xwe bidin milê hev, bibin yek deng, tevde biqîrin û bêjin: "EDI BESE!" Dakû em edî nebin şahidên qedera reş ya Soro û Çetoyan, bira nacar nemîne bira bi destê xwe bikûjê.
Em edî nebin listonek di destê hovên kû xwe oldar dihesibênin lê zorokên 13 salî didin ber guleyan, ciwanan bi hev didin kuştin û di cejna Qurbanê de ciwanan dikin qurban.
Ev edî ne tenê pirsgirêka Kurda´ye, ev pirgirêka herdû gelayê kû bi şer, kûştinê û netewpareztinê nayê çareserkirin.