MYRADE KYNE

      Türkçe Hayat Hikayesi:  1943 senesinde o zamanlar Batman'a ba?ly Gercü? ilçesinin Altynoluk yani Kürtçesi Geracahfer köyünde do?du. 14 ya?laryna kadar köyde ailesiyle birlikte ya?ady. 2 karde?i vardy. Halil ve Cemil. Ailesiyle birlikte o zaman kasaba ?imdi ilçe olan Dargeçit’e geldiler.MYRADE KYNE ayny zamanda kendileri de rybap çalan babasy Ferhat ve amcasy re?itten rybap alanynda çok ?ey ö?rendi ve 20’li ya?larda amcasynyn kyzyyla evlendi.

      Amcasy ve ayny zaman da kayyn babasy olan Yusuf’la birlikte 20li ya?larda Suriye’ye oradaki akrabalarynyn yanyna giderler tabi ziyaret olarak. Ve cemaat hazyr haldeyken yanyndaki gencin kim oldu?unu sorarlar. O ye?enimdir der. rybab alanyndaki durumunu sorarlar. Amcasy kendisinin çalmaya utandy?yny söyler cemaate. Çok ysrar ederler. Ve amcasy rybaby onun eline verir... MYRADE KYNE orda “seyreyi” söyler. Bütün cemaatin a?zy tabir yerindeyse açyk kalyr. Amcasy bile hayret kalyr. Ve MYRADE KYNE nin kendi evinde gizli gizli rybab ta kendini çok geli?tirdi?ini ö?renir. Dönerler Dargeçit’e ve çok kysa bir zaman içerisinde... Bizim ?u zamana ula?acak ?imdiki kasetler doldurulur. Namy kysa bir zaman içerisinde Dargeçit Mardin Nusaybin batmana falan yayylyr ve MYRADE KYNE dü?ünlerde aranan 1 numaraly isim haline gelir.O zamanlar elektrik ve teknolojinin olmady?y o zamanda insanlar gelir ve ricalarla pille çaly?an teyiplerini getirerek MYRADE KYNE sesini kaydederlerdi...

      MYRADE KYNE 25li ya?larda batmana gider ve oraya yerle?ir. Onun batmana gidi?iyle birlikte... Tam anlamynda sesi Erivan radyosuna ve tüm Kürdistan’a yayylyr. O zamanlardaki m.arif cizrawi gibi ozanlarla tany?yr ve namy bölgeyi dahi a?ar. Ystanbullara falan gider.

      Bir gün o zamanlarda bayyndyrlyk bakany olan ?erafettin elçi onu Ankara’ya evine misafir eder ve ona bir hediye vermek ister... Bakanyn da tavsiyesiyle bayyndyrlyk memurlu?u verilir ve MYRADE KYNE Midyat ta göreve ba?lar 2 sene sonra da Siirt’e. hem memurluk hem de müzi?ini bir arada götürmeyi ba?aryr.

      1984te MYRADE KYNE ailesine rahatsyz oldu?unu söyler.ve doktora gider.doktor ona kalbinde problem oldu?unu ve sigarayy mutlaka byrakmasyny söyler. sigarayy byrakyr ve 1 ay sonra sabah i?e gider...ama erken döner ve gö?sünün sancy yapty?yny söyler..e?inden su ister... 1 bardak içer... Bir bardak daha ister ve ya?amyn en de?erli ve lezzetli varly?ydyr der su ve içer. Biraz sonra feryatla gö?süm der... E?i gö?süne masaj yapar. Bir nefes. Ykinci nefes. Ve üçüncü nefesini verir ama dördüncüsünü almaz. ve 17 aralyk1984te vefat eder.
      Kürtçe Hayat Hikayesi:  Miradê Kinê di sala 1943 yan de, li gundekî bicuk bi navê Gêra Cahfer ku bis er Kercosê ve ye, ji dayik bû ye. Navê bavê wî Ferho ye. Diya wî Hediya jî dotmama bavê wî bû. Ferho kurê Ehmedê Isayê Kinê ye. Dibêjin ku Isayê Kinê beriya sed salî ji biyaxetê hatiye û li Tora Hevêrka bi cî bû ye. Eslê xwe ji derdora Shingalê ne.
      Miradê kinê heta carde saliya xwe Li Gêra Cahfer bi malbata xwe re jiyaye. Mirad di bicukatiya xwe de pirtirîn bi ap û bavê xwe re bûye. Li wan guhdar kiriye ûbi wan re geriyaye. Di carde saliya xwe de weke hunermendekî xweser û profesyonel lis er musîk û ribabê rawestiya ye û bash fêr bûye. Dibêjin ku rojekê Mirad ligel apê xwe Usiv di civateke hunerî de amade bûye. Li ser vê yekê runistiyê civatê pirsa wî ji Usiv dikin. (Usivê Zekiyayê ku ap û xezurê Mirad bû.) Tê gotin ku Usiv hunermendekî mezin bû. tê gotin ku Mirad li apê xwe zede kiriye.

      Dibêjin shagirtê te kiye; Usiv dibêje biraziyê min e. Ew jî hunermend e, li ribabê dixe û distirêne. Li ser vê pirsa han Mirad radije ribaba xwe û sitrana Bavê Seyrê dibêje. Dibêjin ku her cendî Usiv sitrana Bavê Seyrê xwesh distirand lê Pishtî wê civatê êdî Mirad bi sitrana Bavê Seyrê tê naskirin. Ku ez bi xwe jê re dibêjim “ Bavê Seyrê ” ( Sitrana Bavê Seyrê efsaneya Seyrê û Eliyê Memed e. ) Pishtî demekê navê Mirad belav bû roj bi roj hate naskirin. Di dawiya xebateke bi rêk û pêk de. Mirad gihishte xweseriya xwe û sitîla xwe û bi navê malbata xwe hate binavkirin. Êdî navê wî bû bû Miradê Kinê. Her dera ku Mirad dicuyê de, gel xwe digihand Mirad bo ku li dengê wî Guhdar bikin û heger bikaribin kaseteke xwe li ber dengê wî bigrin. Civat li derdora wî digeriya.Herweha ji bo zemawendan dicû bajarên û metrepolên Tirkî û Kurdistanê. Di dawiya temenê xwe de Li Sêrtê di karekî dewletê de bû. Car sal temenê xwe Li Sêrtê borandiye. Di sala 1984 an de, beriya sersalê bi 12 rojan seet yekê shevê kirîzekê derbas dike û wî dibin nexweshxaneya Sêrtê. Seet sisiyê shevê li nexweshxaneyê jiyana xwe ji dest dide. Miradê Kinê gora xwe li Sêrtê li Goristana Shêxilhilo ye.

CEND GOTIN LI SER HUNERA MITIRBIYÊ Û MIRADÊ KINÊ
Dema ku em li canda mitirbiyê dinerin em raserî hunereke pirr dewlemend dibin. Di vê hunerê de, bes ne tenê musîk lê herweha shano,reks û wêje jî roleke xwe pirr girîng heye. Di canda Mitirbiyê de xaleke herî girîng jî ew e ku erotîzm weke hêmayeke pirr xweshik cî digre.
Ev canda hanê her cendî cudahiyek tê hebe jî, li pirr herêmên Kurdistanê derdikeve pêshiya me. Ji Shingalê bigre ta beshek ji Rojavayê Kurdistan li serxetê jî ji derdora Dêrika Ciyayê Mazî bi gishtî Beriya Mêrdîn, Torê û herêmek ji Xerzan digire ber xwe tak u digihîje Colemêrgê û dadikeve Rojhilatê welêt û beshek ji Behdinan.

Bi taybet Li herêma Torê pirr meqamê xwe cuda hene. Her zêweke ( festival ) Torê meqamek û ritmeke xwe cuda heye. Dema em li Hunermendê weke M Eliyê Kercosî, Brahîmê Eliyê Yasîn û Ehmedê Reshîdê Kinê û pirr kesên din guhdar dikin, em dibînin ku di vê hunerê de meqam û ritmeke folklorik û dewlemend heye. Dema em têne cem Miradê Kinê em dibînin ku ji wê candê pirr tisht wergirtiye lê weke enstrument û weke naverok li wê tishta folklorîk pirr tishtên nu zêde kirine. Weke enstrument Miradê Kinê gihishtiye asta virtioziyê. Weke naverok Mirad weke rexnegirekî temasheya civakê kiriye û bi hunera xwe hunandiye. Ji peywendiyên kesayetî ta digihîje peywendiyên civakî û cinsî, em dikarin vê tevê di hunera Miradê kinê de bibinîn. Miradê Kinê qonaxeke di navbera hunera folklorik û ya nûjen de. Û Mirad bi dengê xwe jî pirr bi hêz e. Dengê Miradê Kinê weke zengilê cam e.
Sipasî ji bo nivîs û alîkarîya brêz Ehmedê Neco.

Rybab tarihi ve Mirade Kine
Rybab tarihi çok eskilere dayanyr. Myradê Kinê'den önce de, ondan sonra da "rybabyn sihirbazlary" var olmu?tur. Ama gelmi? geçmi? en büyük rybab ustasy Myradê Kinê'dir:
Rybab/kemençe gelene?inin, "Tor Sözlü Kültürü"nün en büyük icracylaryndan biri olan Myradê Kynê, ya da halk arasyndaki adyyla Mirado 1 Ocak 1943 yylynda Gercü?'e ba?ly Gêra Cehfer Köyünde gözlerini dünyaya açmy?tyr. Sözlü kültüre oldukça fazla eser kazandyrmy?, kendine has yorumuyla gönüllere taht kurmu?tur. 17 Ocak 1984 ky?ynda, Siirt'te bir kalp krizi onu aramyzdan aldy?ynda ya?y henüz 41 idi. Mezary Siirt Tillo ?eyhleri Mezarly?yndadyr. Günümüzde bir çok sanatçyya ilham kayna?y olan Myradê Kinê, "Mîrê Rybabê" (Rybab'yn Mir'i)adyyla biliniyor. Mala Eliyê Ûnis kahramanlyklaryny anlatan "Ferman e", "Seyrê û Eliyê Mamed", "Ziravê Kafirbavê", "Sêva Heciya", "Haydê dê gel yanyna, sar kollari boynuma", gibi onlarca eser/kylam/strana e?siz yorumuyla imza atty. Myradê Kinê'nin o?lu Mehmet Sait Gezici (Seîdê Miradê Kinê) efsane sanatçyyy MULTYKULTY'ye anlatty.

Her ?eyden önce babanyzy tanymak isteriz. Myradê Kinê ya da halk arasynda bilinen adyyla Myrado kimdir? Nerede ve ne zaman do?mu?, kimin o?ludur, kaç karde?e sahiptir?

MEHMET SAYT GEZYCY: Babam Myradê Kinê, kimilerine göre 1941 yylynda ama kimlikteki bilgilere göre 1 Ocak 1943 yylynda, önceleri Mardin'e ba?ly, ?u an ise Batman'a Ba?ly Gercü? ilçesinin Gêra Cehfer (Altynoluk) köyünde gözlerini dünyaya açmy?tyr. Babasynyn ady Ferho, anasynyn ady Hediya'dyr. Ykisi de ?u an hayatta de?il. Babam 18-19 ya?yna kadar do?du?u yerde ya?amyny sürdürmü?tür. 4 kyz karde?i olmu?tur: Delal, Aliya, Sêvê ve Cevahir. Halil isimli bir erkek karde?i vardyr babamyn. Sadece Aliya sa? ve ?u an Ystanbul Ba?cylar'da ya?amaktadyr. O da hasta. Ço?u kalp krizinden ya?amyny yitirmi?tir. Babam da kalp krizinden ya?amyny yitirdi. Tek erkek karde?i Halil, babamyn ya?amyny yitirmesinden 2 yyl önce veremden vefat etmi?tir. Babam 41 ya?yndaydy aramyzdan ayryldy?ynda. Çok genç bir ya?, erken bir ölüm…
"Kinê" ailesinin kökenleri nerelere dayanyyor?
MEHMET SAYT GEZYCY: Bu konuda da bir çok spekülasyon ve farkly söylemler var. Ailenin ya?ly fertlerine göre aile uzun süre Kerboran (Dargeçit) myntykasynyn birkaç köyünde ya?amyny idame ettirmi?. Ama Mardin dolaylaryndaki "Tor" bölgesine gelip yerle?meden önce, ailenin Irak synyry ile Kami?ly (Qami?lo) arasynda kalan ?engal Da?lary çevresinde ya?ady?y söylenir. ?u an bile ailemizin bir kysmy Kamy?ly'da ya?amaktadyr. Ço?u sanatçy ki?ilikler olup, tanynan simalardyr. Lokman Musa ve Saîd Yûsiv bunlardan sadece ikisi olup Kinê ailesindendir. Elimizde yazyly kaynaklar olmady?y için, ancak sözlü anlatymlardan yola çykarak bunlary söyleyebiliyorum. Bildi?im kadaryyla ?engal olayy 500 yyl öncesine dayanyr. Ama babam da, babamyn babasy da, onlaryn da babalarynyn babasy Gerçü?-Dargeçit bölgesinde ya?ady…

'Mîrê Ribabê' Miradê Kinê û 'Firman a' *

Salihê Kevirbirî
Mirado, Miradko, Miradê Kinê,
Kurê Ferho û Hediya,
Birayê çar xwi?k û birayek; Delal, Aliya, Sêvê, Cewahir û Xelîl;
Bi navê fermî yê nasnameyê Murat Gezîcî…
Di temenekî gelek ciwan de bû, gava xatir ji me xwest.
Jiyana ku 1-ê Berfanbarê (Çileya Pa?în) li Gêra Cehfera Kercewsê destpê kir;
Di sala 1984-an de, roja 17-ê Rêbendanê li Sêrtê bidawî bû…
Kêl û kevirên gora wî ya li Sêrtê, li benda dûayên we ne!..
Hezkiriyên çanda kurdêwar jê têr nebibûn.
Gava xatir ji me xwest,
Nû ketibû 41 saliya xwe…

***

Dengbêj Mirado ne tenê li herêma torê, her wisa li seranserê bakurê welatê me; ji Botan bigirin heta Xerzan, Diyarbekir û Serhedê delalê ber dilê hezkiriyên kilam û stranên evînî û ?eran bû. Dengbêjê hêja ji "Malbata Kinê" tê. Ji ber vê yekê jî wekî Miradê Kinê nav daye. Ev ciwamêrê hanê di lîteratûra folklor û hunera kurdî de wekî "Mîrê Ribabê" tê naskirin. Malbata wî bixwe di zargotina kurdî de reng û dewlemendiyeke hêja ye. Ba? tê bîra min li mala me ya Misircê û pi?tre jî li Batmanê ku zarokatiya min li wan deran derbas bûye, ji sê kasetên ku tim dihate guhdarîkir in, yek ji wan jî kaseta Mirado bû.

'Sêva Heciya', 'Haydê dê gel yanima, sar kollarî boynûma,' 'Sabîha', 'Ehmed Axa û Ey?ê Xanimê', 'Lawikê Deqorî', 'Seyrê û Eliyê Mamed', Ziravê Kafirbavê' ji bo min çend kilamên wî yên çêjdar û sereke ne. Ev kilamên daba?a gotinê, nimûneyên sereke yên 'Çanda Herêma Torê' ne. Lewre jî em bi serfirazî dikarin Miradê Kinê wekî "Legendê Çanda Torê" bi nav bikin.

Di nav kilamên Mirado de, kilamek heye ku tu dengbêj nikare wekî wî xwe? û ba? bistre. Ev kilama hanê, kilama "Ferman e" ye ku li ser "Serhildan Mala Eliyê Ûnis" tê gotin. Bi rastî jî gava mirov li vê kilamê guhdarî dike, hîsiyeta ku çawa wê lehzê mirov li qada ?er e, pêk tê. Beriya ku em xwe berdin kûrahî û çêja vê kilamê, kerem bikin em guh bidin gotinên nivîskarê kurd ?erefxan Cizîrî bê ka ji bo gorbihû?t Mirado çi gotiye. Pa?ê jî hûn û kilama 'Ferman e'...

".…Deng li Kurdistanê hê jî wekî dengê Miradê Kinê peyda nebûye. Ew dengê zîz û zelal, bilind wekî Çiyayê Zagrosê û xurt wekî naqosa dêrên filehan, bûye normekî ji dengbêjiya Kurdistanê û li hemû deverên welêt belav bûye. Miradê Kinê bi dengê xwe yê berz û zelal, nexwe?an ji nava nivînan radike ser piyan…. (?erefxan Cizîrî-kultur û Edebiyata devkî, We?anên Nûdem rûp. 46"

***

Firman a firman a firman a firman a
Firman a firman a firman a firman a
Xalo emê çi bikin ?er giran a

Firman a firman a firman a firman a
Keko li me firman a
Ne bi zirtê odê kurê camêran a
Ne bi hovê kirikên simbêlan ba bide
Li nav qîz û bûk û jinebî û van pîrekan a
Ne ku mirov berê xwe bidê ?erê giran a
Destê xwe bavêje van demançan û van alamaniyan a
Bila kesekî zirtê xwe nedê
Û nebê emê berê xwe bidin ?er û qewxê giran a
Û bira li ser Mala Eliyê Ûnis
Qewmê çiyan a axao……..

Firman a…….
Xalo li me firman a…
Bira bila kesekê zirtê xwe nedê
Li ser Mala Eliyê Ûnis wa Qewmê Çiyan a
Û lê belê sond xwarina bi ?êx Evdilqadirê Gêlanî
Maz û Evdiyê nava Nisêbînê
Û bi perda wî Weysel Qiranî
Sond xwarine wî sî salê Siltan ?êxmûs
Bi wê qûbe û perda wan a
Û jin û namûs û pîrekên xwe

Bi sê telaqan berdana
Go emê serê xwe nakin ?ewqana
Emê destê xwe nakin kelemçana
Emê berê xwe nadin tu hepisxanê giran a
Bira emê tu cara destê xwe nakin
Destê van bêbavên tirkan a

Bira bila heçiyê ew in ew qisasê serê
Me bixwe na
Bira bîra we nayê wextê ku ?êx Seîd
Li devê Ûlû Camiya Diyarbekirê xeniqandin
Û stûyê wî avêtina ?erîtê
Bûkên serbizêrî
Bi serê mala xwe ve dageriyana
Bila hûnê wê rojê li bîra xwe bînin
Van eskerên Sêrtê, Bedlîsê, Wanê, Tetwanê
Xelatê, Erdî?ê, Mûradiyan
Û Qersê, Qaxizmanê, Bazîdê û Erzeromê
Li ber Pira Malabadê li kenarê avê dîsanê
Van e li hev civiyana

Û lê belê hûnê li bejn û bala
Pîs neferan herçî ew in
Ewê ji me kurdan a
Hûnê derba lê bidin li bejn û bala
Van çawî?an, astêmena, ustêmena
Û van têmena, yûzba?î û bînba?î
Yarbay û albay û van buyuk qumandana

Wele bira ezê dênê xwe didimê
Li ber Pira Malabadê, li kenarê avê
Li ber Gorê Qeremûsê
Û li ser serê Mala Eliyê Ûnis
Çi ecêb û çi qiyamet û çi tofan a
Waye mewzî û tapiyê xwe kolan a
Û simbêlê re?ê boyaxkirî
Avêtine van Meqerifê tivingan a
Bi elba fi?ek vala kirina ser gohkê van ebana
Wele bira dênê we li wa bê
Û bila Xwedê ?e? kula lê bidê

Li mala çawî?ên Farqînê
Tu nebê dûrebîn li ber çavê wî ya
Û dimêzênê li ber Pira Malabadê
Li Newala Qeremûsê
Çi ecêb û tofan a
Lêlî belê ewê çûye ser telefonê
Ciwabê didê Yedincî Qolordiya Diyarbekir
Û ji wê dê ciwab kete xopana bajarê Enqere
Ew dibê: 'Elo!'
Ew dibê: 'Efendim!'
Ciwab dane wê miclîsa giran a
Wa axao firman a finman a……

Wele firman a………li me firman a
Wele bira wextê ciwab kete
Xopana bajarê Enqerê
Wê miclisa giran a
Û lêlî belê carekî rabû bû çîreçîrê deriyan
Çingeçingê kursiyan û masa na
Û buya çîreçîrê van qeleman a
Û navê Mala Eliyê Ûnis
Deranîn ji van kuçik defteriyan
Navê wan avêtin dewra siltanan
Wele navê Mala Eliyê Ûnis
Carekî avêtina qezetana
Bû çîngeçing û zirezira telefonê wan a
Bila wê rojê ?êst û heft welayetê
Tirkiyê xeber dana
Wa pê hesiyan a
Bila carekî mifte lê dane
Devê wan depoyan e
Bi sindoqan bi elban fi?ek vala kirina
Van mîratê cemsan a

Wele bila dênê we li wan bê
Heçî sûbay bûn ewê siwar bûn
Li van texsî û li van cîb û li van fordan a
Û heçî êdî sefer bûn li van ekmek çentesiyê
Xwe dagirtin ji baliqan û ji van sabûnan a
Wele heçî yedek sûbay bûn
Û nûka hatibûna eskeriyê

Nizanibûn berê xwe bidin
?er û qewxê giran a
Nizanibûn çi ecêb û qiyamet û tofan a
Wele ewê siwar bûna li cemsan a
Mendîl û desmalên xwe
Ji berîka xwe dertanîn
Û li siwarbûna li çemsan a
Ban kirine pîrekên xwe
Got: 'Heqinî helal edin!'
Emê berê xwe bidine
?erê Mala Eliyê Ûnis
Qewmê Çiya na axao…..

Wele firman a firman a firman a…..
Li me firman a
Eme çi bikin ?erê Mala Eliyê Ûnis
Û hikûmatê
Wezê dênê xwe didimê
Pir giran a axao…..

Firman a….. Li me firman a
Wele bira wezê dênê xwe didimê
Li ber Pira Malabadê
Li Newala Qeremûsê
Li min xwe? tê dengê van mîratên
Otomotîk makîneliyan a
Wele lêlî belê Mala Eliyê Ûnis
Çawa bi elban fi?ek vala kirine
Ser gohên van eba na
Û sond xwarina bi Weysel Qeranî
Bi wî Siltan ?êxmûsî
Bi wê perda wan a
Û destê wan ji zarok û çolix û kifletên
Wan qetiyan a
Go emê serê xwe nakin ?ewqan a
Emê berê xwe nadin hepisxan e
Û emê destê xwe nakin darê kelemçan e

Wele namûs û pîrekên xwe
Bi sê telaqan ji xwe berdan a
Lêlî belê simbêlên re?ê boyaxkirî
Avêtine van Miqerifê tivingan a
Lêlî belê Mala Eliyê Ûnis
Dênê xwe danê fi?ek û
Mermiyên wan neman a
Û zanibûn ku barê hikûmetê
Barê risês a zehf giran a
Û lêlî belê van bêbavên tirkan
Dênê xwe danê ku
Dengê tivingê wan nayê
Fi?ekên wan neman a

Lêlî belê carekî wan singo
Avêtin devê van sîlehan û tivingan a
Û hicûm berdana ser kozik û çeperên
Mala Eliyê Ûnis
Û heyf û mixabin wê rojê
Bîst û pênc mêrê me kurdan
Dane nav lingan e axao…..

Wele firman a…..Li me firman a
Wezê çi bikim ?erê Mala Eliyê Ûnis
Li ber Pira Malabadê
Li Newala Qeremûsê
Kenarê avê
Û emê çi bikin hemî emr û îrada
Xwedan e axao….

*Nivîsar, jinûve li ber çavan hate derbaskirin û agahiyên destpêkê û be?ek ji agahiyên nav nivîsê lê hatin zêdekirin. ?ayanê gotinê ye ku beriya guherandin û zêdekirinan, nivîsar 7-8 sal berê di Kovara Jiyana Rew?enê (Stenbol) de, pa?ê jî di Pirtûka min a bi navê "Filîtê Quto" (We?anên Pêrî, 2001, Stenbol, Kurdî) û di wergera heman pirtûkê "Kürt Halk Türkülerinden Seçmeler-20 Olay/20 Kilam" (Evrensel Basim Yayin, 2004 Stenbol, Tirkî) de hatiye we?andin.

Orjînala kilamê 'Ferman e' ye. Lê ji ber Mirado ji Herêma Torê ye, bi devoka torê mijûl dibe. Kesên ji vê herê mê, tîpa 'e'yê wekî 'a'yê bi lêv dikin. Mirado serdanpê bêjeya 'Ferman e' wekî 'Firman a' bi lêv dike. Lewre jî, ji bo orjînalîte û xweseriya kilamê me dest neda kilamê û wekî bilêvkirina resen berhev kir.